NIVÎSA PIŞT PERGÊ | ARKA KAPAK YAZISI

 

Ey xoşewîst û rêzdarên dilpak

Welatperwer û zana û ronak

 

Ji nava êl û gund û bajaran

Qewmînek e ev ji nav hezaran

 

Mebesta grîng ji vê bûyerê

Nîgarek e ev ji demên berê

 

Dibe rojekê ev bibe nexşek

Ji bo dîrokê xelat û bexşek

 

Ger ev bûyer û rûdanên kevin

Ji bo wêjeya me bibin tevin

 

Wê bixemile bejna dîlberê

Rengîn kin emê taca hunerê

 

Taca hunerê em bi nexşînin

Kêmasî hebin me bibexşînin

 

 

NIVÎSKAR | YAZAR

 

Reşit YILMAZ (Gernas Koçer) ji federasyona eşîra koçerên Dudêran Şemsikî ye.

Bihara sala 1968an, êla koçeran dema ber bi zozanê Şax û Miksê ve diçe, Gernas Koçer li herêma Berwarî-Xezxêrê li gundê Hêşetê hatiye dinyayê.

Malbata wî sala 1973an dev ji koçeriyê berdide û li bajarê Êlihê bi cî dibin. Digel dibistana bi zimanê tirkî li ser daxwaziya bavê xwe li medreseyên Kurdistanê bi kurdî û erebî jî dest bi xwendin û perwerdeyê dike. Heta asta bilind bi piranî di beşa ol, felsefe, dîrok û wêjeyê de li cem alimên Bohta yên payebilind perwerdeyê dibîne.

Di 18 saliya wî de hestên wêjevanîyê lê diyar dibin û dest bi nivîsê dike. Bi despêka tevgera neteweyî re weke her welatperwer û dildarên azadiyê, ew jî li gorî hêza xwe di nava tevgera pêlên tekoşînê de cihê xwe digire. Sala 1992an tê binçavkirin işkenceyeke pir giran lê tê kirin.

Demekê li zîndana Amedê dimîne. Di wan salên dijwar de Gernas Koçer û malbata xwe jî weke gelek malbatên kurdperwer di riya têkoşînê de berdêlên gelek giran didin. Lê bi dayîna van berdêlan ti carî poşman nebûye û herdem serbilind û serfiraz e. Piştî ku ji zîndanê derdikeve, di demek kurt de dîsa fermana girtina wî derdikeve. Li aliyekî dewleta tirk lê digere, li aliyekî jî dibe hedefa Hizbûlkontra.

Piştî gelek dem û dewranan sala 2007an derbasî Swîsre dibe û bi malbata xwe ve li wir bi cih dibe.

Heta niha ji bilî gotar û nivîsan sê berhemên wî yên wêjeyî yên bi navê “Destana Şerê Kund û Qijakan”, “Destana Kawayê Hesinkar” û dîwana zarok û ciwanan bi navê “Kulîlk”, hatine çapkirin. Herwiha çend berhem û destanên wî yên din jî li ber çapê ne.

Yorum Yap

Not: HTML'e dönüştürülmez!
    Kötü           İyi

Serhatiyek Li Gûndê Midihê

  • Ürün Kodu: JJ00002
  • Kazanacağınız Puan: 1000
  • Stok Durumu: 1000
  • 16,00TL

  • Vergiler Hariç: 16,00TL

Mevcut Seçenekler:


Etiketler: Serhatiyek Li Gûndê Midihê