NIVÎSA PIŞT BERGÊ | ARKA KAPAK YAZISI

Çaxa min bihîst ku mîrê evinê heye ez matmayî mam. Gelo hîn evîn heye, evînek rastîn. Pişt re min ev tişt bihîst ez ketim ser rê. Cihê ku ew lê bû li ser rêya Geliyê Elî Begê bû. Geliyê Elî Begê li başûrê Kurdistanê li nêzî navçeya Dîyana û li rex Xelîfan e. Min pirsiyariya Mîrê Evînê kir. Ji min re gotin ku tu kengî herî tu yê wî li wir bibînî. Ji Dihokê derketim û min berê xwe da Geliyê Elî Begê. Çaxa min Akrê derbas kir min kelecan girt û tu çiqas bixwazî û nexwazî mirov difikire. Ma gelo Mîrê Evînê ji bo çi bûyî eware xwe li çiya û geliya xistiye. Çaxa min Xelîfan derbas kir demekê ez sekinîm û ez bêbiryar mam gelo ez şaştiyekê dikim an na. Pişt re ku min biryara xwe zelal kir min got ez ê biçim û min xwe berê xwe da ser rêya Geliyê Elî Begê. Min nihêrî ku wey bavo çiqas xwezayek xweş û ewqas jî Xwedê xemilandiye. Ez li hemberî vê dîmena ewqas xweş matmayi mam....

                                                                                 

NIVÎSKAR | YAZAR

Yalçin Sarılmaz, di sala 1979an de li Mêrdînê li navçeya Şemrexê, li gundê Kufragê tê dinyayê. Di sala 1982yan de malbata wî koçî gundê bi navê Eynteriyê yê bi navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê ve girêdayî dibin. Zarokatiya wî li wî gundî derbas dibe û dibistana seretayî jî li wî gundî dixwîne. Di sala 1988an de malbata wî dîsa berê xwe dide koçberiyê û îcarê diçin metropolên Tirkiyeyê. Ew bi malbatî li Îzmîrê bi cî dibin. Ew jî di heman salê de di fîrmayeke polyesterê de dest bi xebatê dike. Di sala 2002yan de vedigere welêt û li Wêranşara Rihayê bi cî dibe. Piştî çend salên din ji ber karê xwe li Şemrexê bi cî dibe. Ew hê jî li wê derê jiyana xwe didomîne. Sarilmaz piştî 2000î dest bi nivîsandinê dike.

Berhemên wî:

* Tükenmeyen Bekleyîş - 2011 (Roman)

* Bi Kurdî bikene - 2011 (Çîrok)

* Egîdekî Kurdan - 2013 (Roman)

* Çavê Li Rê - 2013 (Çîrok)

* Mîrê Evînê - 2020 (Çîrok)

Yorum Yap

Not: HTML'e dönüştürülmez!
    Kötü           İyi

Mîrê Evînê

  • Marka: AJANS J&J
  • Ürün Kodu: JJ00007
  • Stok Durumu: 1000
  • 14,00TL

  • Vergiler Hariç: 14,00TL

Mevcut Seçenekler:


Etiketler: Mîrê Evînê