Alışveriş sepetiniz boş!
| 0 yorum | Yorum Yap
PÊŞGOTIN
Berî ku ez li ser hin taybeti û dîrokçeya Kovara Ronahîyê û rola malbata Bedirxaniyan di rojnamegerîya Kurdî de rawestim, dixwazim agahîyek kurt li ser pêvajoya Pelgîdanka J&Jyê bidim. Di van rojên ku zilmûzora li ser ziman û çapemenîya Kurdî gihîştîye asteka herî dijwar de, em wek zimanhez û xwebexşên çand, huner û wêjeya kurdî, hewil didin ku bi komên xwendina romanên kurdî, şevbuhêrkên helbestan, konferansên rojên taybet (wek Roja rojnamegerên Kurd, 22ê Avrêlê, Roja Zimanê Kurdî, 15ê Gulanê, Roja Zimanê Dayîkê yê Cîhanî, 21 Sibatê û hwd.) destê bixwîn î dijmin ku dixwaze neteweya Kurd bifetisîne, bişikînin.
Bo piştgirîya van xebatan Weşanxaneya J&Jyê çend meh berê, bi çapeka taybet a kovara HAWARê, Pelgîdanka xwe gurûgeş kir. Çend roj berê jî bi çapeka taybet a KURDISTAN Yekemîn Rojnameya bi Kurdî (1898-1902) hem bo pîrozkirina 120. salvegera derketina rojnameya Kurdistanê hem bo pîrozkirina 7. salvegera damezrandina Weşanxaneya J&Jyê, pişgirîya xwe ji van xebatan ra nîşan da.
Nuha jî dê bi çapa taybet a kovara RONAHÎyê Pelgîdanka J&Jyê dewlemendtir bibe. Ez dixwazim li virê hinek behsa rola malbata Bedirxanîyan di rojnamegerîya Kurdî da bikim. Rojnameya Yekemîn bi Kurdî Kurdistan ji alîyê her du kurên Mîr Bedirxan, Mîqdad Mîdhet Bedirxan (1858-1915) û Evdirehman Bedirxan (1868-1936) ve hatîye derxistin. Ji vê re KURDISTANa dewra yekemîn tê gotin. Ji ber ku piştî wê, nevîyê Mîr Bedirxanî û kurê Emîn Ali Brdirxanî Ahmed Sureyya Bedirxan (1883-1938), di dema Meşrûtîyeta II. de (1908-1909), li Stenbolê wek berdewamîya rojnameya Kurdistanê, dîsa bi navê KURDISTAN rojname derdixîne. Îro hejmarên wê yên 3. û 4. li ber destê me hene. Lê mixabin hêjî me hejmarên 1-2yan nedîtîye û em nizanin çend hejmar derketîye. Ji vê ra jî dewra duyemîn a KURDISTANê tê gotin. Em ji Mamoste Malmîsanij pê dihesin ku Ahmed Sureyya Bedirxan (birayê mezin ê Celadet Bedirxan e) li Qahîreya Misrê, di salên 1917 û 1918an de herî kêm 11 hejmarên Rojnameya KURDISTANê derxistiye. Malmîsanij, van agahîyan wek kurteya nivîsa bi navê “Rojnamey Kurdistan Dewrey Sêyem 1917-1918” ji hejmara 3. a Çirikey Kurdistanê (r. 57-68) girtiye. Jı vê dewra rojnameya KURDISTANê re jî dewra sêyemîn hatîye gotin. Malbata Bedirxanîyan karûxebatên çapemenîyê her domandine. Piştî Ahmed Sureyya Bedirxan êdî dewra birayê wî yê piçûk Celadet Bedirxan bi tîpên latînî dest pê kiriye û em ji vê keda wî mehrûm nemane.
Dema em vegerin ser taybetîyên kovara RONAHÎyê, em dibînin ku ew yekemîn kovara wênekirî ye bi tipên latînî derketîye. Kovara RONAHÎyê wek Zêdayîya (Îlawa) kovara HAWARê derketîye. Weşana wê di 1ê Avrêla 1942yan de dest pê dike. Nêzîkî sê salan weşana xwe domandîye. Ji ber derfetên kêm di Adara 1945an da, bi hejmara 28. dawî li weşanê wê tê. Bi piranî nûçeyên wê li ser şerê Cîhanî yê Duyemîn in. Hema bêje hemû nivîskarên HAWARê ji wê re jî nivîsîne.
Wek ku fîlozofê Almanî Gothe gotîye: “Kesên an civatên ku rabirduya xwe ya sê hezar salî nizanibin, ew rojane dijîn.” Pêwîstiya me bêtir bi vê zanînê heye. Ji ber ku dijminên me nehîştine rojnameyên me bigihîjin me, hê jî rojnameyên KURDISTANê wenda ne. Em ji ber van xebatên hêja yên Weşanxaneya J&Jyê, jê ra spasdar in.
30.04.2018 / AMED
Ahmed KANÎ
Etiketler: RONAHÎ | Kovara Mehane ya bi Kurdî |1942-1945| Hemû Hejmar |01-28|