Alışveriş sepetiniz boş!
| 0 yorum | Yorum Yap
PÊŞGOTIN
Îsal (22.04.2018), 120. salvegera derketina rojnameya Kurdistanê (22.04.1898) ye. Bi vê munasebetê min xwest ku ez wek xwendekarê masterê ku teza xwe li ser vê rojnameyê amade dikim, hinek balê bikişînim ser rojnameya Kurdistanê. Min vê fikra xwe bi Azad Zal ra parvekir. Wî jî got ku tu jî bixwazî û pêşgotinek binivîsî em karin çapek taybet bo 120mîn salvegera derketina rojnameya Kurdistanê derxînin min jî got baş dibe.
Berî ku ez dest bi çîroka derketina rojnameya Kurdistanê bikim, dixwazim spasiya Malmisanij bikim, hem ji ber ku destûr da min ku ez karibim xebata wî ya li ser hejmarên 17-18an ku wî ew peyda kiribûn, bi hejmarên din re ji çapê re amade bikim hem jî ji ber ku rê li ber min vekir bi şertê navê kedkarên ku rojnameyê latînîzekirine binivîsim ez ê karibim bidim çapkirin. Ji hejmara yekê heta sih û yekê 26 hejmar cara pêşîn ji alîyê Dr. Kemal Fuad ve hatine dîtin û di sala 1972yan de li Bexdayê bi awayê eslê xwe yanî bi tîpên erebî hatine çapkirin. Paşê M. Emîn Bozarslan ev 26 hejmar ji pirtûkxaneya dewletê ya Marburgê digre, Latînîze dike û bi şîroveyên giranbiha dixemilîne. Vê xebatê li cîhanê nav û dengê rojnameya Kurdistanê belav kiriye[1]. Em wek şagirtên M. Emîn Bozarslan spasiya wî dikin. Du hejmarên din (hejmarên 10-12an) di 2006an de, ji alîyê Celîlê Celîl ve hatine dîtin û li Duhokê radestê malbata Bedixaniyan hatine kirin. Di kovara Zendê ya bihara 2007an de latînîzeya wan a ku ji aliyê Kerem Soylu ve hatiye kirin tê weşandin. Hejmara 19an hêjî wenda ye. Em hêvî dikin ku lêkolînerên kurdan li hemû kitêbxaneyên cîhanê li vê hejmarê bigerin û bibînin.
Ji ber ku rojnameya Kurdistanê rojnameya yekem a bi kurdî ye, 22yê Nîsanê roja derketina wê wek roja rojnamegerî û çapemenîya kurdî tê pîroz kirin. Dema em li dîroka rojnamegerîya kurdî dinêrin dibînin ku her dem rojnamegerîya kurdî bi zilm û zora qedexekirinê re rû bi rû maye. Rojnameya Kurdistanê di 22yê Nîsana 1898an de, li Qahîreya Misrê derdikeve, di 30ê Nîsana 1898an de, di nava hefteyek de, Padîşahê Împaratoriya Osmanî Siltan Evdilhemîdê Duyem fermana qedexekirina rojnameya Kurdistanê dide.[2] Ev fermana qedexekirinê jî nîşan dide ku ji berê de zilm û zor li ser çapemenî û zimanê kurdî hebûye. Gelek kes nizanin ku di dewra Împaratorîya Osmanî de jî zimanê kurdî û çapemenîya kurdî qedexebûye. Di wê dewrê de Seîdê Kurdî (1878-1960) ji ber ku perwerdeya bi zimanê kurdî daxwaz dike, ji alîyê Siltan Evdilhemîd ve bi dînîtîyê tê tawanbar kirin û dişînin tîmarxaneyê. Îro hêjî bî milyonan kurd ji perwerde û çapemenîya bi zimanê xwe mehrûm in.
Di hejmara yekem a rojnameya Kurdistanê de Mîqdad Mîdhet Bedirxan armanca rojnameyê wiha nivîsîye:
“Vê cerîdeyê de ez ê behsa qencîya îlm û marîfeta bikim; li kuderê mirov dielime, li kuderê medrese û mektebên qenc hene, ez ê nîşa Kurda bikim; li kuderê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaret çawa dibe; ez ê hemîya hîkat bikim. Heta nuho kesê cerîdekê holê nenivîsîye. Ev cerîdeya min a ha, ya ewwulî ye. Loma wê gelek kêmayî hebitin. Ez hêvî dikim kêmayîya cerîdeyê ji min re binivîsin. Hemî tişt wekî nû çêdibin kêm in, paşê hingî diçe dikeve rê de.”[3]
Em dibînin ku zimanê me yê 120 sal barê jî ew qasî hêsan tê famkirinê û ji zimanê tirkîya osmanî ya wê demê pêşketîtir e. Lê hêjî hin rêveberên ku qedexeya ser zimanê me ranakin û dibêjin zimanê kurdan ne zimanek şaristanî ye. Ev helwest jî helwesteke qedexekirinê ye.
Divê kurd jî wek her miletî li ziman û çapemeniya xwe xwedî derkevin. Bo perwerdehîya bi zimanê xwe têbikoşîn. Em hêvîdikin ku ev berhema li ber destê we sûdwer be.
22.04.2018 AMED
Ahmed KANÎ
[1] KURDISTAN Rojnameya Kurdî ya Pêşîn*İlk Kürd Gazetesi 1898-1902, Weşanön Deng, Uppsala 1991 Cild I-II
[2] MALMÎSANIJ, İlk Kürt Gazetesi KURDISTAN’ı Yayımlayan Abdurrahman Bedirhan 1868-1936, Weşanön Vate, 2. Baskı, Stenbol 2011 (r. 121-122)
[3] M. Emin Bozarslan, KURDISTAN Rojnameya Kurdî ya Pêşîn*İlk Kürd Gazetesi 1898-1902, Cild I, Weşanên Deng, Uppsala 1991 (r. 112)
Etiketler: KURDISTAN | Yekemîn Rojnameya bi Kurdî |1898-1902| Hemû Hejmar |01-31|