Alışveriş sepetiniz boş!
| 0 yorum | Yorum Yap
Hecî Nehsan, di sala 1974an da li gundê Korikê ku girêdayê Kobanê ye hatiye dinyayê. Ji biçûkaniya xwe ve bi wêjeyê re mijûl e. Hêçan / ceribîn û helbestên wî di kovarên wekî Çirûsk, Hawara Botan, Roza, W, Eylül, Tîroj û Ümüş Eylül de hatine weşandin. 24 sal in ku ji doza siyasî di girtîgehê de ye. Niha li girtîgeha Tekîrdagê girtî ye.
Berhemdarî:
· Zêmarên Çûyînê (Hêçan/Ceribîn), J&J, 2013 – Amed
· Agrîna (Helbest), J&J, 2014 – Amed
· Nofa (Çîrok), Weşanên Ar, 2014 – Stenbol
· Şîna Şevê (Helbest) Weşanên Ar, 2015 – Stenbol
· Arjenîka (Hêçan/Ceribîn), J&J, 2016 – Amed
· Maha (Çîrok), J&J, 2016 – Amed
· Ciweyna (Helbest), Weşanên Aryen, 2017 – Enqere
· Tarîkoj (Helbest), Weşanên Aryen, 2018 – Enqere
· Aşop (Helbest), J&J, 2020 – Amed
· Ji Xwe Wê De (Helbest), J&J, 2020 – Amed
· Bêrîgeh (Hêçan) J&J, 2021 – Amed
· Bergîdana Xewnê (Hêçan) J&J, 2021 – Amed
Etiketler: Bêrîgeh