Alışveriş sepetiniz boş!
| 0 yorum | Yorum Yap
NIVÎSA PIŞT PERGÊ | ARKA KAPAK YAZISI
Deşta Laleş im.
Lawkê Derwêş im.
Hespê min, hespê rehwan
kezî boz û çargavî...
Dil evîn û şîrîn im,
Eşq im ez, dengê şimşal im,
Xerzan im,
Çîya rênas im,
Şerker im axparêz im,
Xwîn germ û mêrxas im,
Eşq im ez, dengê şimşal im...
NIVÎSKAR | YAZAR
Roşîn Arya, di sala 1993an de li bajarê Bedlîsê, navçeya Xîzanê li herema Geliyê Nemiran li gundê Arad (Êremus)ê ji dayik bûye. Bi malbatî ji eşîra koçerên Alîkan têne naskirin. Malbata wî di 1996an da koçberî Mersînê dibe. Di nava jiyana koçerî da heya lîsê dixwîne. Ji ber kurdperwerî û welatperweriya xwe di emrê xwe yê zaroktiyê da di sala 2008an da hat binçavkirin. Paşê ew şandin girtigeha zarokan a Pozanti-Edeneyê. Nêzî 2 salan li wir dîlgirtî dimîne. Piştî ku tê berdan gelek caran dîsa bi binçavkirin û girtinan re rû bi rû dimîne. Piştî ku dibe 18 salî 8 salan di girtîgehê da dimîne. Ji bo vê demê wiha dibêje; “Min qêrîn û hawara bêdawî ya zarokek jiyan kir. Bersiva vê çewisandinê ew bû ku em bi rûmet li ber xwe bidin û bi rûmeta mirovahiyê bijîn. Çavên min her tim zarok man, di ronahiya çirayê de, jiyan û dilê min her carê dibû daristanek mezin. Ne wan dev ji kuştina min berda û ne jî min dev ji jiyana mirovahiya ku di berika evîna welatê xwe de dîtiye berda.”
Berhemdarî:
* Arînna (Helbest) Weşanên J&J, 2021 – Amed
Etiketler: Arînna