Alışveriş sepetiniz boş!
| 0 yorum | Yorum Yap
Ev pirtûk di derbarê zargotina Êzdiyan de ye ku genciniya folklorê Kurdistanê bi van çîroka ve careka din hate dewlemend kirin. Li deverên Êzdiya nexasim li Baedrê û Xankê, ev vekolîn û berhevkirin hatiye kirin û di encamê de ev çîrokên ku di vê pirtûkê de ji devê çîrokbêjan hatiye tomar kirin û nivîsandin.
Xebatên bi vê cûrê, rola xwe û giringiya xwe di dewlemenkirina ferhanga Kurdî de gelek heye û ev xebatên wisa dibin alîkar ku akademîsyen û folklorîst bikaribin zêdetir çavkanî bi dest bixin û li ser folklora Kurdî hêj zêdetir bi kûrahî bixebitin û hin tiþtên giranbûha biafrînin.
Îdrîs farqînî, di sala 1987an de li Silîva (Farqîn)ê ji dayik bûye. Xwendina amadeyî li Diyarbekir xilas kiriye û di sala 2010an de li Zankoya Dihokê Beşê Ziman û Edebiyata Îngîlîzî xilas kiriye. Li Enstîtuya Kelepûra Kurdî kar û barê zargotinê jî meşandiye. Heta aneha pirtûkek bi navê “Destek Çîrok Ji Rojnameyên Kurdî” amade kiriye. Berhema di destê we de ya wî ya yekemîn e ku tê çapkirin.
Etiketler: Êzidî, çîrok, zar, ziman, Xankê, Baedrê