50 TL ve Üzeri Alışverişlerde Kargo Ücretsiz
  • Ferhenga Botan [Peyvên Wenda] |  Çapa 2mîn

Ferhenga Botan [Peyvên Wenda] | Çapa 2mîn

  |   0 yorum   |   Yorum Yap

  • Yayın Evi:       Weşanên J&J | J&J Yayınları
  • Barkod:          978-605-86671-6-7
  • Yazar:              Bahadîn Robar
  • Yayın Tarihi: 2022
  • Sayfa Sayısı: 336
  • Baskı Sayısı: 2
  • Dil:                   Kürtçe | Kurm
  • Stok:               38
  • 241,09₺

  

 

NIVÎSA PIŞT PERGÊ | ARKA KAPAK YAZISI

Mebesta min ya yekemîn ya vê berhemê ev bû ku hin peyv û tegehên di karûbarê hin pîşeyê cihên xwe ji mekîne û amûrên hemdem re berdane, amûr û têgehên di koçerî, cotkarî, sewalkarî, tevnkarî, necarî û cur be cur mijaran de dihatin bikaranîn û niha an qet nayên bikaranîn an jî di şûna wan amûr têgehan de hin amûr û têgehên din tên bikaranîn, ji nû ve vedijînim. Her wiha gelek lêker û navên xebatên ku an hatine jibîrkirin an jî kêm tên zanîn hedefa vê xebata min bû.

Mebesta min ya duyemîn jî ew bû ku ez vê ferhengê ji dirûvê ferhengên klasîk derxim, peyv, amûr û têgeha ku dinivîsim ji hêla şêwe, teşe, kar, bikêrhatin, reng, dirûv, bikaranîn û ji hemû hêmanan ve zelal û vekirî vebêjim û şêlobûn û pirsên di serê xwîner û zimanhezan de bigi-hînim xwe û biqedînim, hatim girtin û niha di zindanê de derfetên min ên ku ez ê bikaribim vê xebatê berfiretir bi-kim nîn e. Hêvîdar im ku ev berhem ji bo karê we bikêrhatî be û hûn sûdeke baş jê bigirin.

Bahadîn Robar

 

NIVÎSKAR – WERGÊR | YAZAR - ÇEVİRMEN

Bahadîn ROBAR

Ew di sala 1977’an de li gundê Robarê ya girêdayî Cizîrê ji dayîk dibe. Di 6 saliya xwe de bavê wî koça dawî dike. Di sa-la 1986’an di nehsaliya xwe de ji bo dibistanê ji gund diçe Cizîrê li mala meta xwe û li wir dest bi dibistana seretayî di-ke. Di sala 1989’an de ji ber sedemên tundiyê malbata wî ji gund koçî Cizîrê dike. Di sala 1994’an de careke din neçar dimînin ku ji Cizîrê koç bikin û biçin Antalyayê. Piştî 4 salên li xerîbiyê ew dîsa vedigerin Cizîrê.

Di sala 2007’an de ji ber sedemên siyasî tê girtin û 8 mehan li zindanê dimîne. Di sala 2008’an de dest bi xebatên li ser zi-manê kurdî dike û di 2009’an de ew şaxa komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî ya Cizîrê vedikin û ew weke serokê komeleyê tê hilbijartin.

Di sala 2011’an de dema ku ew serokê komeleyê bû careke din ji ber sedemên siyasî tê girtin û sê sal û nîvan di zindana Amedê de dimîne. Ew di tevahiya jiyana xwe de nêzî 30 ca-ran ji ber sedemên siyasî hatiye binçavkirin û ji dehan zêde-tir doz lê hatine vekirin û hê jî hin ji wan dozan hinek ber-dewam dikin. 2015’an dema ji zindanê derdikeve piştî demek kin şerê di bajaran de mala wî tê şewitandin û hilweşandin.

Ew di hilbijartina Parlamenteriyê ya sala 2018’an de ji HDP’ê dibe namzetê parlamenteriyê yê Aydinê bes mafê parlamen-teriyê bi dest naxe. Ew bi rojnameya Welat dest bi xwendin û nivîsandina kurdî Dike. Di kovara Hawara Botan , kovara W û di Rojnameya Azadiya Welat de gelek nivîs, gotar û helbestên wî hatine weşandin. Di gelek mîhrîcan, kartêgerî û di roj û mijarên taybet de weke panelîst û axaftvan beşdarî kiriye. Li Cizîra Botan dijî û ew niha rêveberê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê ye nûnerê Şirnexê ye. Her wiha ew endamê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek û en-damê PenaKurd e. Di heman demê de zêdetîrî deh salan e ku mamostetiya zimanê kurdî dike. Li ser gelek mijaran lêkolînên wî hene. Heta niha pênc berhemên wî hatine çap-kirin.

•  Cizre’de Sensiz, Helbest, 1999 Mendeş Yayınları

•  Ferhenga Botan, ferheng, 2013 – Weşanên J&J

•  Dilopek ji Dîroka Zimanê Kurdî, lêkolîn, 2017 Waşenên J&J

•  Birca Belek, helbest, 2020 Weşanên Ar

•  Antolojiya Dengbêjên Botanê, lêkolîn, 2021, Weşanên Ar

•                      Ferhenga Botan, (Çapa 2mîn) ferheng, 2013 – Weşanên J&J

Yorum Yap

Lütfen yorum yazmak için oturum açın ya da kayıt olun.