Alışveriş sepetiniz boş!
| 0 yorum | Yorum Yap
NIVÎSA PIŞT PERGÊ | ARKA KAPAK YAZISI
Çiyayên Arjen Arî, di binê berfê de wek kalên rûsipî çarmêrkî rûniştine, zivistanên wî diqefilin, nefela wî dîlanê dike û pîvokên wî dilîlînin.
Berken Bereh, evînê di taldeya rojhilatê dil de dişibîne teyisandina sitêrkan, dilê xwe ji işqê re dike palgeh, dilê wî diperpite di qefeseke ji hestiyan, dengê evînê dineqişîne li ser baskên çûkan.
Şeveqên Fatma Savcîyê bizdok in, payizên wê, di nav kulîlkên li ser kirasekî dixeniqin, agirên devliken, dêmên ezman radimûsin; hespên ji mijê dibezin, pêlên çemê wê, ji çirûskên kederê ne.
Gulîzerê, çavên bêhnçikiyayî digihîjîne ser meytên wan, li ser pêsîran, mirinê diherikîne, xweliya meytên peyvan li ser çem li ba dike.
NIVÎSKAR | YAZAR
Roger Acun, Di sala 1984an de li Çiyayê Mazî (Mêrdîn) ji dayik bûye. Di sala 2004an de ji Beşa Ziman û Edebiyata Tirkî ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bûye. Di sala 2006an de li Zanîngeha Yuzuncu Yilê li ser Ziman û Edebiyata Tirkî destûrnameya lîsansa bilind wergirtiye. Di sala 2016an de ji Zanîngeha Mardîn Artukluyê Beşa Ziman û Çanda Kurdî bawernameya mastira bitez wergirt. Niha li Zanîngeha Dîcleyê Enstîtuya Zanistên Civakî di Beşa Ziman û Çanda Kurdî de doktoraya xwe dike.
Du salan di televîzyoneke taybet de li ser çand û hunerê bernameyên hefteyî amade û pêşkêş kir. Gotar û xebatên wî yên edebî di kovara Nûbiharê û hin kovarên din de hatine çapkirin. Ji sala 2004an û vir ve mamostetiya Ziman û Edebiyata Tirkî dike. Li ser edebiyata modern, poetîka, vegotinzanî û edebiyata berawirdî dixebite.
Berhemdarî:
* Ayın Öteki Yüzü (Helbest) Kora Yayın, 2006 - Stenbol
* Mehsera Evînê (Helbest) Doz, 2012 - Stenbol
Etiketler: Îmaj | Di Helbesta Kurdî ya Modern de |Çapa 2mîn