Alışveriş sepetiniz boş!
| 0 yorum | Yorum Yap
Hestên seyr xwe li min dipêçin
Xwe li newalek kûr û tarî dibînim
Bi tena serê xwe bê dost û bê heval
Ez xwe di dilê biyabaneke bê xwedî de dibînim
Serî hildidim ber bi azmanê jor ve
ne stêrk û ne heyv
Reştarî mîna goristanekê
Tenêtî mirinê bibîra min tîne
Lê ez bêriya wan şevan dikim
Wan şevên di himbêza te de min stêrk dihejmartin
Û te di guhê min de dilorand
Kela bêrîkirina te vê êvarê li dilê min dixe
Tenê rêya nûwarê xwe nîşan bide
Da dilniya serê xwe deynim ser çokê te
Lema Elî kî ye?
Lema Mihemed Elî, di sala 1974an de li gundê Şêroyê girêdayî bajarê Dêrika Hemko ji dayîk bûye. Zaroktiya xwe li bajarê Qamişlo derbaskiriye. Di temenekî mezin de des bi xwendinê kiriye, di xwendina erebî de bekeloriya wêjeyî bidest xistiye û di zanîngihê de beşa abûrî tomar kiriye werzek qedandiye û ji ber sedemên şer xwendina xwe rawestandiye. Paşê di sala 2016-2017an li Zanîngeha Rojava beşa Ziman û Wêjeya Kurdî xwendiye û piştî du salan ji xwendina bê navber bawernameya derçûnê bi dest xistiye. Di 15.11.2018an de dest bi mamostetiya Wêjeya Kurdi li Akademiya Şehid Egîd kiriye. Di sala 2017an de dest bi nivîsandina bîrhatin (xatîre) bîranîn û çîrokan kiriye. Bi demê re giranî daye nivîsandina çîrok û lêkolînên wêjeyî. Heft ji lêkolînên ku nivîsandine bûne dokumenter li ser Ronahî TV hatine weşandin, wejî dibin serenavên (Derwêş û Edûlê, Memê Alan, Zembîlfiroş, Evdalê Zeynikê, Xatûna Şamê Zumurud Xan, nîgarên li ser perde û çîrokên wan, Mestûre Kurdistanî). Her weha hin lêkolînên wê di hin kovaran de hatine weşandin. Mîna di Kovara Şermola de lêkolîna bi navê Rastiya Tofanê hatiye weşandin û di Kovara Destar de lêkolîna bi navê Rêwîtiya Dîrokî ya Destana Memê Alan hatiye weşandin. Her weha di Kovara Sîwan de çîroka bi navê Leheng hatiye weşandin. Di heman demê de du helbestên wê di pirtûka Gulbjêrkên Înstîtuya Kurdî Li Stokholmê de cih digire, ku Înstîtuya Kurdî Li Stokholmê daye çapkirin di sala 2022yan. Navenda Jinê UTAMARA li Elmaniya pirtûkek daye çapkirin bi navê Her Jin Çîrokek Xwe Heye, di vê pirtûkê de bi helbesta Ez Hez Dikim û çîroka Şefeq beşdar bûye. Di sala 2018an de di Mihrîcana Osman Sebrî ya wêjeyê de xelata sêyem ya çîroka Kurdî wergirtiye, çîrok bi navê Leheng. Di sala 2021ê de di heftemîn mihrîcana Kurdî ya çîrokê de ku Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûryê pê radibe, xelata duyemîn wergirtiye çîrok bi navê Goristan.
Berhemdarî:
Hestên Seyr (Helbest), J&J, 2022 - Amed
Etiketler: Hesten Seyr