50 TL ve Üzeri Alışverişlerde Kargo Ücretsiz
  • Helbestên Gerok

Helbestên Gerok

  |   0 yorum   |   Yorum Yap

  • Yayın Evi:       Weşanên J&J | J&J Yayınları
  • Barkod:          978-605-9302-39-5
  • Yazar:              Şevger Çolo
  • Yayın Tarihi: 2023
  • Sayfa Sayısı: 180
  • Baskı Sayısı: 1
  • Dil:                   Kürtçe
  • Stok:               818
  • 180,00₺

  

Îro çûme Birca Belek

Neyar li dor bûye xelek

Dilê min êşeha gelek

Êdî nayê min dengê mîr


Îro çûme medresa sor

Xwîn herikî bû hawirdor

Xelkê dikir gazî porpor

Êdî nayê min dengê mîr 


Dua dixwestin ji rebê jor 

Tev bibûn wek kundê kor

Ser û guh wê bûne mor

Êdî nayê min dengê mîr


Îro çûme dev Mem û Zîn

Çend kesa li wir dikir şîn

Ji qehra ez li wir bûm dîn

Êdî nayê min dengê mîr


Dîcle diherikî bê kelek

Jê dûr ketine melek

Weyla tu xayîn felek 

Êdî nayê min dengê mîr


Şevger Çolo Kî Ye?

Şevger Çolo, li nêzî Cizîra Botan li gundê Hoser dijî.  Ajokariya tirêlê dike, di navbera Başûrê Kurdistanê û Bakûr de. Heta bi tevahî bajarên Tirkiyê Îran û Azerbaijan, Ukrayna, Xirvatistan, Almanya, Hollanda, Bosna, Çekya, Makedonya, werhasil bi qasî 20 dewleta bi cil û bergê kurdî diçe û tê.

Bi rêyên bejahî, bi barkêşiyê debara xwe dike. Her roj li bajarekî xerîb e û dûrê zarokên xwe ye. Lewma ew xwe wekî nivîskar û mamoste nabîne. Tenê bi jiyana rojane wek xwedî derketina li çanda kurdî  û li zimanê kurdî xwedîtî doike. 


Berhemdarî:

Helbestên Gerok (Helbest) J&J, 2023 - Amed

Yorum Yap

Lütfen yorum yazmak için oturum açın ya da kayıt olun.

Etiketler: Helbestên Gerok