50 TL ve Üzeri Alışverişlerde Kargo Ücretsiz
  • Bûka Çarkezî

Bûka Çarkezî

  |   0 yorum   |   Yorum Yap

  • Yayın Evi:       Weşanên J&J | J&J Yayınları
  • Barkod:          978-625-7559-70-6
  • Yazar:              Ramazan Pîrosî
  • Yayın Tarihi: 2023
  • Sayfa Sayısı: 48
  • Baskı Sayısı: 1
  • Dil:                   Kürtçe
  • Stok:               88
  • 120,00₺

  

çend zirav û esmera

di bahara emrê xwe da

canê xwe da ji me ra

dengê wa li me belav bû

wek bêhna misk û embera

 

vî dengî em kişandin

li ser riya rêbera

em şopa wan bernadin

heya nava mexbera

em ê herdem bimeşin

ji daw û doza xwe ra

 

çend perî û dilbera

lêv şekir û rûzera

guhar zêrrêt heydera

me wunda kirin li çar dera

 

tu bûy bûka çarkezî

wek koza xwedan pezî

mîna êlê kocera çima ewqas bilez î

cangorî dê her em bin

ji bahara te ra bi sed xwezî



Ramazan Pîrosî Kî Ye?

Ramazan Pîrosî (Ramazan Yiğit) di sala 1979an de li gundê Pîrosa ku bi ser navçeya Elkê ve ye hatîye dinê. Xwandina xwe ya seretayî di sala 1987an de li dipistana gund dest pê dike li gor şert û mercên pêvajoya wê demê çar salan dixwîne. Paşê koçî bajarê Edenê dibin û li wê derê demekê li Navenda Çanda Derya Spîyê şanogerîyê dike. Ew di nava civakê de bi seknekî serwext û bi peyvên dilşahî tê naskirin. Di sala 2015an de jî dest bi nivîsandina helbestan dike. Ev pirtûka ber deste we berhema wî ya yekemîn e. 

Yorum Yap

Lütfen yorum yazmak için oturum açın ya da kayıt olun.

Etiketler: Bûka Çarkezî