50 TL ve Üzeri Alışverişlerde Kargo Ücretsiz
  • Ken-Birîn

Ken-Birîn

  |   0 yorum   |   Yorum Yap

  • Yayın Evi:       J&J
  • Barkod:          978-625-8305-69-2
  • Yazar:              Delîl Tekîn
  • Yayın Tarihi: 2023
  • Sayfa Sayısı: 96
  • Baskı Sayısı: 1
  • Dil:                   Kürtçe|Kurman
  • Stok:               50
  • 58,00TL

  

NIVÎSA PIŞT BERGÊ

......

Tarîreşk serwer bû. Bayekê hênik diweziya bi ser warê ku ew lê nobedar bû. Ew war û bûyîna wî ya li wir, bertek û ceza bûn ku dabûn bavê xwe yê bûbû sedema bêmiradiya wî. 

“Gelo dêya min a dilkeser û xwişka min niha çi dikin?” 

......


  *    *

......

Nizanim bê kîjan gotin wê bikare jana ji ber koça te ya bêwext û dilbirîniya min a ji ber hesreta te li xwe bar bike, nizanim… Nizanim tu yê di bin wê gora xwe ya ku tu qet gazinca xwe ya jê naînî  min bibihîzî an na? Lê ez ê di bin vî asîmanê ku êdî ‘bêyî te’ bêhna min lê dernayê gazinca xwe ji te bikim. Li ber kêla te bûma, min kela dilê xwe li ber serê te vala bikira, bawer dikim te yê baştir ez bibihîstama. Qet nebe wê mêrûyek halzan, dilopek hêsirê min di devê xwe de bianiya ji te re. Ji hêsirê ku bi her herikîna wan re bêhtir dibim tiyê hebûna te…

Wê bê bîra te birê min, di nameyeke xwe de min ji te re gotibû ‘’Ger rojekê ji vir derkevim û ew roj roja dawiya emrê min be jî, ez ê wê rojê li bal te derbas bikim.”

......


DELÎL TEKÎN KÎ YE?

Delîl Tekîn, bi eslê xwe ew ji gundê Zonê ye. Ew di 19ê Adara 1993yan, li taxa Tabiyê (Saraçoglu) ya navçeya Artuklûya Mêrdinê hatiye dinyayê. Ew ji deh xwişk û birayan ê heftan e. Malbata

wî, di sala 1987an de ji ber pergala cerdevaniyê, ji gund bi zorê koçê navçeya Qoserê ya Mêrdinê dibe. Ji ber welatparêziya malbatê zext û zoriyên giran en ku li wan tên kirin ji Qoserê jî bar dikin diçin Mêrdînê. Li wir jî bi ser malê da girtin, binçavkirin, zorî û zextan ji wir jî di sala 1997an de berê xwe didin Stenbolê. Delîl wê demê hê 4 salî ye. Ji ber ku birayên wî yên mezin tev li şoreşê dibin ew jî li xerîbiyê ji ber jiyana zor û zehmet tev li şoreşê dibe. Di 16 saliya xwe de tê girtin 8 mehan di zindanê de dimîne. Ji ber temenê biçûk tê berdan. Di sala 2011an da dê û bavê wî vedigerin welat, li Qoserê bi cî dibin. Li wê derê dîsa davêjin ser malê û ew tê girtin û li Mêrdînê tê zindanîkirin. Heta niha di girtîgehê de ye, înfaza wî hatiye şewitandin û hê jî zindanî ye. Anha li surgunê li Aliagaya Îzmîrê di zindanê de ye Ew li zindanê kar û xebatên wêjeyî dike. Ev dosyeya li ber  destê we, ji çîrokan pêk tê û berhema wî ya yekemîn e. 

Berhemdarî:

* Ken-Birîn (Çîrok), J&J, 2023 Amed


Yorum Yap

Lütfen yorum yazmak için oturum açın ya da kayıt olun.

Etiketler: Ken-Birîn