Alışveriş sepetiniz boş!
| 0 yorum | Yorum Yap
Nivîsa Pişt Bergê;
“Roman bi kurdiyeke gelek zelal û vegotineke herikbar hatiye nivisandin, cih bi cî ne tenê ketiye nava hestên goriyan, ew giyan û psikolojiya psikopat a êşkencekaran jî li ber çavan raxistiye (...) Mirov dema romanê dixwîne, bi xwe ew rojana nedîtibe jî xweber wan rojan dijî, wek Celadet li dijî ev dewlet û pergala wek robotên elektronîk, di berxwedanê de dipije, dibe wek dijberê vê pergalê...”
Fêrgîm Melîk Aykoç
Mervan Serhildan, di sala 1958an de, li bajarê Mêrdînê, li navçeya Şemrexê ji dayik bûye. Diya wî Bedrêya Sêlimê Emer e (ji gundê Şewaşî), bavê wî jî Felîtê Mehmedhusênê Simoyê Fato ye. Navê wî yê fermî, Besalet Yaray e.
Dibistana seretayî li Şemrexê, lîse jî li bajarê Edeneyê xwendiye. Di serdema lîseyê de bi mijarên civakî, siyasî û neteweyî re ‘hevrû’ bûye. Di nava salên 1970yî de ji aliyekî ve berxwedana başûrê Kurdistanê bi hestyarî şopandiye, ji aliyê din ve jî li ser mijarên siyasî û neteweyî ku hertim rû bi rû maye, hiziriye. Bûyer û geşedanên ku di jiyanê de bûye şahid, ew bi ber xeta azadî û demokrasiya gelê kurd ve beralî kiriye...
Di sala 1980yî de, li Enqereyê Zanîngeha Gaziyê beşa ‘Ragihandin û Rojnamegerî’yê qedandiye.
Di navbera salên 1976 û 1980yî de li komeleyan û li taxan beşdarî xebatên civakî, siyasî û bîrdozî bûye; her wiha derheqê mijarên bîrdozî, civakî, siyasî û rêxistinî de li komeleyên kurd ên li Enqereyê semînerên perwerdeyê dane. Encax piştî darbeyê, ew jî hatiye dîlgirtin; ji aliyê pergala 12ê Îlonê ve bi xedarî hatiye îşkencekirin û bi cezayê darvekirinê hatiye darizandin.
Bi biryara Dadgeha Bilind (Daniştay) çûye ser karmendiyê (Midûriya Karên Rêveberiya Dadgehê).
Di serdema karmendiya xwe de, pirtûka bi navê “Berxwedana Elektropola” nivîsiye. Di sala 2008an de malpera Webê ya takekesî bi navê “www.mervanserhildan.com” vekiriye. Bi tirkî û piranî jî bi kurdî, li ser rojevê û mijarên girîng nêzî şeşsed makale, dosya, helbest û perspektîf nivîsiye. Ji van makaleyan, li derdora sêsed nivîsên wî di rojnameya Azadiya Welat de weşiyane. Di 2009an de sertîfîkaya mamostetiya zimanê kurdî wergirtiye. Di navbera 2010 û 2018an de li Rojnameya Azadiya Welat sê salan karê sererastkirinê (redaksiyon) kiriye, sê salan di rûpela Forumê de nivîskarî û sê salan jî di rûpela Aktuelê de qonciknivîsî kiriye.
Niha karên nivîskarî, çavdêrî û çalakgeriya zimanê kurdî didomîne.
Pirtûkên wî:
– Berxwedana Elektropola (Roman) Çapa Yekê Weşanên Berbang, 2015 – Stenbol
– Berxwedana Elektropola (Roman) Çapa Duyan Weşanên J&J 2023 - Amed
– Gerîneka Hestan (Helbest) Weşanên J&J, 2019 – Amed
– Paradîgmanin Înfazi (Analîz- Tirkî) Weşanên J&J, 2019 - Amed
– Sosinê (Roman) J&J, 2023 - Amed
Etiketler: Berxwedana Elektropola | Çapa 2mîn