50 TL ve Üzeri Alışverişlerde Kargo Ücretsiz
  • Newala Xeyalan | Çapa 2mîn

Newala Xeyalan | Çapa 2mîn

  |   0 yorum   |   Yorum Yap

  • Yayın Evi:       Weşanên J&J | J&J Yayınları
  • Barkod:          978-625-8305-81-4
  • Yazar:              Sultan Yaray
  • Yayın Tarihi: 2023
  • Sayfa Sayısı: 90
  • Baskı Sayısı: 2
  • Dil:                   Kürtçe|Kurman
  • Stok:               51
  • 120,55₺

  


Ji newala xeyalan hez dikim

kulîlkên xwe yên rengîn

bê tirs diçînim li wir

hêviyên xwe li wir mezin dikim

gotinên xwe yên fetisî

li wir zindî dikim

êşên min li wir xilmaş dibin

li wir bi ya dilê xwe dikim

û têr ji te hez dikim

evîna xwe li wir dixemilînim

ji awirên te

gulşîlanan diyariyê çavên xwe dikim

kenên min azad in li wir

bêsînor difirin

li wir xeyalên min şilfîtazî

di eşqa te de avjeniyê dikin

ji newala xeyalan hez dikim

li wir ne tirs heye

ne ji şerm

tenê ez û tu û xeyalên bê sînor




Sultan Yaray, li Şemrexa Mêrdînê hatiye dinyê. Piştî dibistana seretayî û navîn lîse ji derve de qedandiye.  Di sala 2008an li Kurdî-Dera Amedê tevli kursên zimanê kurdî bûye. Ji pola yekemîn heta asta mamostetiyê bi serkeftin beşdarî kursên zimanê kurdî bûye. Serdemekê mamostetiya zimanê kurdî kiriye û di rêveberiya Kurdî-Derê de jî cih girtiye. Ji bilî xebatên zimên, xebatên siyasî û xebatên ekolojiyê jî kiriye. Endama Koma Helbestê ya Amedê û endama koma helbestê ya Înstituya Stokolmê ye. Endama Platforma Yekitiya Jinên Kurd e, endema komîteya rêveberiya PENa kurd e. Yek ji damezirînera Komeleya Wêjekarên Kurd e û du serdeman hevserokatiya heman Komeleyê kiriye. Di hinek kovar û pirtûkan de helbest û  çîrokên wê derketine, dem  bi dem di hinek rojnameyên kurdî de jî nivîsên  wê derdikevin. Hevsroka Partiya Heremên Demokratîk a bajarê Amedê ye û çalakgera zimanê kurdî û nivîskara kovara wêjeyê “Destar”e.   


Berhemdarî:

* Bêyî Te (Helbest), J&J, 2019 - Amed

* Bêyî Te (Helbest), Çapa 2yan, J&J, 2023 - Amed

* Newala Xeyalan (Helbest), Payîz, 2021 - Amed

* Newala Xeyalan (Helbest), Çapa 2yan, J&J, 2021 - Amed


Yorum Yap

Lütfen yorum yazmak için oturum açın ya da kayıt olun.