50 TL ve Üzeri Alışverişlerde Kargo Ücretsiz
  • Çîrokên Welêt | Çapa 2mîn

Çîrokên Welêt | Çapa 2mîn

  |   0 yorum   |   Yorum Yap

  • Yayın Evi:       Weşanên J&J | J&J Yayınları
  • Barkod:          978-605-7957-93-1
  • Yazar:              Serdar Komurcu
  • Yayın Tarihi: 2023
  • Sayfa Sayısı: 96
  • Baskı Sayısı: 2
  • Dil:                   Kürtçe|Kurman
  • Stok:               82
  • 120,00₺

  


Di şevên zivistanê de, baran barîya, berf ket, mij çê bû û seqem çêbû. Sobeyeke gur dadin, bila sor bibe sobe, mîna xwînê. Na na qet ne mîna xwînê, bila wek guleke sor sor bibe. Mîndera xwe li kêleka sobê deyînin, pişta xwe bidin balîfa ku bi hirîya mîha çê bûye. Ji kerema xwe re, çayeke qaçax dînin ser sobê û pirtûka tije çîrok û meselokên welêt rahêlin û bi rûyekî nerm, bi dilekî germ û bi sewteke zelal wek çîrokbêjan ji zarokên xwe re bi zimanê dayika wan bixwînin…


Hebû tune bû!

Û...


Serdar Komurcu Kî Ye?
Serdar Komurcu, di sala 1986an de li gundê bi navê “Germika Jor” ku girêdayî navçeya Dêrik a Çiyayê Mazî ya girêdayî bajarê Mêrdînê ye, ji dîya xwe welidî. Dibistana seretayî li “Germika Jor” xwend. Dûre jî dibistana navîn, li gundê bi navê xwe “Tilbisim” berdewam kir. Lîse li Dêrik a Çiyayê Mazî xwend û şûnde ezmûn derbas kir û Zanîngeha Mêrsînê Mamostetîya Kombersê (Kompûter) xwend. Li navçeya Dêrikê çar salan mamostetî kir. Di 2016an de ji karê xwe hat dûrxistin û dûre jî di sala 2017 de sirgunî anatoliya navîn, Aksarayê bû. Li Amed, li navçeya wê Bismil’ê(Bîstmal) pênc salan karê xwe yê mamostetiyê kir. Dû re jî tayîna wî çû Qoserê. 
Xelat û xebatên wî:
(2021) PÊŞBAZIYA XELATA ÇÎROKAN A ŞERZAN KÛRT A 11. di qada Kurdî de çîroka wî ya bi navê “ŞIBAKE” ji alîyê desteya hilbijêr ve hêjayî xelatê hat dîtin, xelat sitend.
(2022) PÊŞBAZIYA XELATA ÇÎROKAN A ŞERZAN KÛRT A 12. di qada Tirkî de çîroka wî ya bi navê “KARADENİZ” ji alîyê desteya hilbijêr ve hêjayî xelatê hat dîtin, xelat sitend.
Di rûpela medyaya civakî de jî ê bi navê Bernamegeh, Mezopotamya Yazarlar Derneği de helbestên wî çap dibe. Di nava nivîskarên MYD’ê de bi hevre bi navê” ANTOLOJIYA ÇÎROKÊN MEZOPOTAMYAYÊ– Mezopotamya Öyküleri Antolojisi” pirtûkek amade kirin û çap kirin. Di vê pirtûkê de çîrokek wî jî cîh girt. Di nava nivîskarê MYD’ê de bi wan re kovara “DEPTER’ê” jî derdixe. 
Berhemdarî:
JAN (Roman), Gece kitaplığı, 2016 – Enqere/ Çapa 2. Weşanên Sîdar, 2022
GÜVERCİNİN GÖZYAŞLARI (Roman) Weşanên Na, 2017 – Îzmîr
SEYİTHAN (Roman) Weşanên Na, 2018 – Îzmîr
ÇIROKÊN WELÊT (Çîrok) Weşanê J&J 2019
SEYİTHAN Kurtlara Karşı (Roman) Weşanên Na, 2021– İzmir

Yorum Yap

Lütfen yorum yazmak için oturum açın ya da kayıt olun.