50 TL ve Üzeri Alışverişlerde Kargo Ücretsiz
  • Pêla Evînê

Pêla Evînê

  |   0 yorum   |   Yorum Yap

  • Yayın Evi:       Weşanên J&J | J&J Yayınları
  • Barkod:          978-625-7978-39-2
  • Yazar:              Mülkiye Tekin
  • Yayın Tarihi: 2020
  • Sayfa Sayısı: 72
  • Baskı Sayısı: 1
  • Dil:                   Kürtçe|Kurman
  • Stok:               6
  • 120,00₺

  

NIVÎSA PIŞT PERGÊ

 

şevek ji nişkav ve tême xewnên te

xatir dixwezim ji hemû jîyan û bîranînên xwe

xeyalên ku ber bi lehîyê ve ye

ji ewrên porên te sitêrk berhev dikim

 

di awirên nêrînên te de digirîm

di himbêza sîya te de radikevim

ku hemû evîn ber bi xemê ve herîkîn

 

ji xwe diçim bi seyra hêlîna xwe

demjimêra bê eyar  xem bardike

tîra saetê tu yî

deqîqe jî ez im

 

NIVÎSKAR

Mulkiye Tekîn li gundê Şapatanê ya girêdayî Şemzînana Colemêrgê hatiye dinê. Dibistana seretayî li gund, ya navîn li Geverê, lîse jî li Wanê xwendiye. Piştî lîseyê li zaningeha Eskîşehir Anadoluyê beşa Pêşxistin û Gihandina Zarokan (Çocuk Gelişimi Bölümü) qedandiye. Pişt re li heman zaningehê beşa Civaknasiyê qedandiye. Formasyona xwe ji zaningeha Van Yüzüncü Yılê beşa perwerdehiyê wergirtiye. Staja xwe li lîseya Ehmedê Xanî kiriye. Li gel van karan li navenda perwrerdehiya gel a Wanê dersên tembûrê daye û gelek semînerên li ser "Tundî û Destdirêjiya li Lember Jin û Zarokan" daye. Pirtûka wê ya ewil ya helbestan bi zimanê Tirkî ye û navê wê "Şafagin Ayak Sesleri" ye. Diya sê zarokan e û li Wanê dijî.

Yorum Yap

Lütfen yorum yazmak için oturum açın ya da kayıt olun.

Etiketler: Pêla Evînê