50 TL ve Üzeri Alışverişlerde Kargo Ücretsiz

Berbang - 1 | XEW

  |   0 yorum   |   Yorum Yap

  • Yayın Evi:       Weşanên J&J | J&J Yayınları
  • Barkod:          978-625-6697-19-5
  • Yazar:              Yaşar Eroglû
  • Yayın Tarihi: 2024
  • Sayfa Sayısı: 252
  • Baskı Sayısı: 1
  • Dil:                   Kürtçe|Kurman
  • Stok:               100
  • 280,00₺

  

BERBANG | Pêşgotin û Spasî

Destpêka Berbangê digihîje danzdeh sal berê. Destpêka pêşîn a serboriya nivîsandina romana min e. Danzdeh sal berê min sê demsalên sernavê vê romanê qedandin. Dor hate Havînê êdî ji ber min neçû. Hin parçe di serê min de ne zelal bûn. Hingê min Berbang da sekinandin da ku careke din bikaribim dest pê bikim. Piştî wê min çîrokek, pirtûkeke berhevkarî û du roman nivîsîn.

Carekê meriv tê de ma, dimîne lê kingê ku stêwî jî, di mêjî de kemilî diherike, pêşî lê nayê girtin. Berbang jî wisa bû. Wê ji xewê rabûya û serê sibeha xwe derketa. Piştî danzdeh salan kêfxweş im ku stêwî, kemilî û ji hêlîna xwe derket.

Heyama ku min dest bi Berbangê kiribû dost û nasê hêja Ayhan Erîncîk xebatên min dipirsî û pê re eleqeder dibû. Wî her pirsî, min jî her got, nekemilî ye. Ji min re digot, “Min gelek meraq kir, gelo tu romaneke çawa dinivîsî ku ew qas sal derbas bûn hê neçû sêrî. Soz bide min eger derket halê xam ji min re bişîne, ez lê binêrim.” Min ew soz dayê. Kingê ku roman xilas bû, bayê bezê min ji Ayhan Erîncîk re şand. Lê ne tenê ji bo soza min dayê bû.

Piştî derketina min a ji zîndanê min Ayhan bi xwîn û goşt li Stenbolê nas kir. Berê wî ez nas kiribûme lê bi awayekî zelal nayê bîra min. Ayhan Erîncîk hevbajarê min e. Merivekî kurdîhez e. Gelek bi dengbêjî û çanda dengbêjiyê re eleqeya wî heye. Zimanhez, denbêjîhez û lêkolînhezekî xwezayî ye. Gelek taybetiyên wî ji çanda malbata wî tên. Malbateke bi kurdiyeke resen re xwezayî haşir û neşir e. Bapîrê wî, bav û diya wî, birayên wî her wisa. Kekê wî Şahîn deryayeke çanda kurdî ye. Lê xwe ji wî aliyî ve araste nekiriye. Eger li ser wê taybetiya xwe kûr bûya û xwe bi awayekî perwerdeyî pêş bixista bi rastî ji bo ziman û çanda kurdî wê bûbûya destkeftiyeke hêja.

Ayhan ji wê malbatê tê. Lê li wir nesekiniye, bi hewldanên zanayî jî xwe pêş xistiye. Hebûna wî, nasîna min a wî, daneheva wî û hevbajarîbûna wî ji bo min awantajek bû. Ji bilî soza min dabû wî, jixwe ev taybetiyên wî, ji aliyê kurdiya resen ve nirxandina wî hewce bû ku ez berê xwe bidim wî û alîkariya wî bixwazim.

Hê Berbang ji metbexê nû derket, hilm û gulma wê li ser bû min ji bo, ji aliyê kurdî û daneheva wî ya kurdî û dengbêjî ve binirxîne, sererast bike ji wî re şand. Wî ev alîkariya xwe neda paş, bi awayekî hûrgilî li ser sekinî, bi riya telefonê me bi saetan li ser sohbet kir, nîqaş kir. Min ji alîkariya wî gelek sûd wergirt. Ji aliyê ziman û daneheva ziman ve hema bêjin mîna edîtorekî keda xwe lê zêde kir.

Ji bo vê dilnizmî, eleqe û alîkariyê wî spasiyeke gelek mezin heq kir. Ez ji dil û bi kêfxweşî ji bo keda wî spasiyên xwe pêşkêşî Ayhan Erîncîk dikim. Kedeke hêja da û bi hefteyan serê xwe pê re êşand. Bi keda wî ya bêhampa, ez bawer dikim ku roman çêjtir bû. Ew baweriya ku min jê dikir berginda wê zêdetir da û ez mehçûb nekirim.

Cihê kêfxweşiyê ye ku ew û yên mîna wî hene, dest û dilên xwe ji bo alîkarî û hevkariyê bêyî kapris û pozbilindî vedikin. Dest û tiliyên wî ter, bi ber, berhem û bereket bin.

19. 01.2024 / Amed


Yaşar Eroglû, di sala 1960an de li Agirîyê gundê Qazî ji dayik bû. Li Agiriyê lîse qedand. Di heyama lîseyê ya ciwaniya xwe de beşdarî xebatên siyasî yên tevgera azadiyê bû. Di sala 1981ê bîst û yek salîya xwe de hat girtin, bi cezayê îdamê hat cezakirin. Piştî bîst û yek salan ji girtîgehê derket. Pê re di xebatên ziman, çand û wêjeyê de cih girt. Li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê wekî rêveber, berpirsiyar û edîtorê Kovara Zendê peywir girt. Karê edîtorî û redaktoriya pirtûk û ferhengan de cih girt. Di sala 2007’an de, di rojnameya Azadiya Welat de weke rojnameger edîtorî û qunciknivîsî kir. Di sala 2016’an de li Şaredarîya Agiriyê Navenda Çandê ya Semayê de wekî hîndekar xebatên çand û ziman de peywir girt. Piştî desteserkirina şarederîyê ji kar hate avêtin. Di sala 2022yan de li Enstîtuya Kurdî ya Amedê de, di sala 2022yan de di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de demkurt edîtoriya rûpela kurdî, di sala 2023yan de li rojnameya Xwebûnê di xebatên edîtorî û redaksiyonê de cih girt. Nivîsên wî di kovarên Zend, Çirûsk, Rexne û Wêje, Destar, Folklorame, rojnameyên Azadiya Welat, Xwebûn û malperên Amîda Kurd, Diyarname, TZP Kurdî, Arya Haber, Yenî Ulke Haber, E-rojname, Welat û Enstîtuya Kurdî ya Stokholmê de derketin. Pênc salan dersên zimanê kurdî da. Ji tirkî gelek nivîs û gotar wergerandine kurdî. Hê jî xebatên ziman, çand, wêje, rojnamegerî, werger û edîtoriyê pêk tîne.


Berhemdarî:

* Nahêlin Em Bigihîjine Bihara Xwe (Çîrok) Aram – 2005,

* Qewdek Sosretî (Şîrove-mîzah) Aram – 2010

* Hêvî (Çîrok) Sitav – 2013

* Çerxa Xedar Roman Sitav – 2020

* Dayik (Roman) Belkî – 2021

* Berbang – I | XEW (Roman) J&J, 2024 – Amed


Yorum Yap

Lütfen yorum yazmak için oturum açın ya da kayıt olun.

Etiketler: Berbang - 1 | XEW