Alışveriş sepetiniz boş!
| 0 yorum | Yorum Yap
Ew behra dil e, ez im girav
Mehsîka zer e, ez im sûlav
Reng sorgul e, ez im gulav
Kahniya min e ez im delav
Ji bo min çem e ez im bendav
Ji dir pênûs ez im sîmav
Bihara min e ez im xunav
Mija debrê ye ez im mijav
Tîrêj û zeraq e ez im tav
Ew ronahî ye ez im çav
Çok û qudûm e ez im pêgav
Ew ji kezeban ez im hinav
Ew qumrî ye ez darbenav
Bi şan û nav e, ez im bê nav
Ji bo min av e ez im bejav
Ew bi qedr e ez im paxav
Ew cisaret e ez im pizav
Hêz qewet e ez im pertav
Ew suhbet e ez im silav
Roniya agir e ez im alav
Hîva şevê ye ez im şevav
Ew aqilmend e ez im xirexav
Şêrîna dê ye ez im gula bav
Bûme kember li bejna zirav.
M. S. Bîçer; sala 1960î li Farqînê çê bûye. Dibistana seretayî li gundê Korîtê xwendiye. Piştî qedandina dibistana seretayî, nexwendiye. Zêdeyê sih salan e girtî ye. Di zindanê da li ser ziman û wêjeyê dixebite. Dîwana li ber dest, berhema nivîskêr a duduyan e hatiye çapkirin.
Berhemdarî:
Stêrka Sêwî (Helbest), J&J, 2013 – Amed
Behra Bênav (Helbest), J&J, 2024 – Amed
Etiketler: Behra Bênav