50 TL ve Üzeri Alışverişlerde Kargo Ücretsiz

Ûsivê Kûyûcakî | Wergêr: Mem Farqînî (Çapa 2mîn)

  |   0 yorum   |   Yorum Yap

  • Yayın Evi:       Weşanên J&J | J&J Yayınları
  • Barkod:          978-625-7559-35-5
  • Yazar:              Sabahattin Ali
  • Yayın Tarihi: 2024
  • Sayfa Sayısı: 264
  • Baskı Sayısı: 2
  • Dil:                   Kürtçe|Kurman
  • Stok:               20
  • 241,09₺

  

Nivîsa Pişt Bergê

Li welatê me mijara jinan mijareke taybet e. Bi serê xwe jî nirxandinê heq dike. Di salên dawiya sedsala bîstan de civaka kurd ji gelek aliyan ve guherî. Sedema guherînan di serî de geşedanên siyasî û civakî yên di van salan de bûn. Hûn li rastiyê binêrin di koka van her du guherînan de jî hêza îdeolojîk heye. Civak jixweber jî di bin bandora geşedanên siyasî de dikare biguhere. Dibe ku ev guherîn mayînde nebin. Lê ku fikir û raman şerbetê bide vê guherînê bandora xwe li mêjî dike, tiştên ku di mêjî de aj bidin mayînde dibin. Em dibînin ku bingeha romana Sonda Delalê ev şerbet e.


PÊŞGOTINA WERGER
Dibe ku ev gotina min ji aliyê hin kesan ve wek pilore be. Lê bele heke îro wêje ya Tirkan a hemdemî hebe ev hinek jî bi xêra serê Sabahattin Ali ye. Lewre ji helbestan bigre ta çîrokan, ji wergerê bigre ta roman nivîsê di her cure nivîsînê de berhem daye û di tevan de jî bi serbilindî meşiyaye.
Dema mijar dibe Sabahattin Ali bi gelemperî kesayetiya wî ya dijberî pergalê ye tê bîra mirov. Ez ji sedî sed tevlî viya dibim. Lê em nikarin Sabahattin Ali bixin nav vê sînorê. Lewra Sabahattin Ali yê min helbestvan e. Min cara yekem navê wî bi helbestan bihîst û wisa di nava dilê min de ji xwe re hêlînek çêkir. Wek balendeyek dilzar. Min jî ta ji destê min hat wê balindeyê parast.
Her ku mezin bûm, temenê min derbas dibû min kûrahiya wî baştir didît. Di van rojên dawîn de dîsa nîqaşek li derdora Sabahattin Ali destpêkiriye. Pirtûkên wî li ser hev tên çapkirin tên wergerandin û mafê wî bi şermokî be jî hêdî hêdî tê dayîn. Her pirtûkek wî, stranek wî, helbesteke wî di nav dilê vî gelî de ji xwe re cih girtiye. Lewre rastiya vî gelî hevok bi hevok aniye ziman. Di cîhanê de kêm nivîskar henin ku vana bi vê hesasiyetê anîne ziman. Dostoyevskî, Wîctor Hugo, Abdelrahman monîf û Sabahattin Ali...
Ev salên dawî dîsa nîqaşek li ser Sabahattin Ali û “madonaya saqo kurk” tê meşandin. Lê li gorî min berhemên wî her yek ji yeka din giregirtir û xweşiktir in. Heke em Sabahattin Ali tenê bi madonayê ve girê bidin em ê ji rastiya wî derkevin. Ew çax em ê helbestên wî yên “Warên min Çiyan e”, “bila serê te xwar nebe”deynin kur? An jî em ê çîrokên wî yên, wek “aş,” “Hesen xeniqî” û yên din çi bikin ji wan. Her yek ji yeka din giranbuhatir e.
Ez jî li gorî derfetên xwe van nîqaşan ji dûr de be jî dişopînim. Dema pirtûkên Sabahattin Ali dikevin ber destê min ez jî bi kêfxweşî dixwînim. Lê bi hêsanî dikarim bibêjim ku ciyê Ûsivê Kûyûcakî li ba min cuda ye. Her ku ez wê pirtûkê dixwînim coşeke cuda jê digrim. Wisa ku di dawiya dawîn de min xwe ranegirt û piştî xebatek heşt mehên dûr û dirêj vê pirtûka bêhmpa wergerand zimanê kurdî.
Dibe ku di vî alî de hin kêmasî hebin, wê hebin jî. Lê heke zarokên kurd Ûsivê kuyucakî nasnekin wê rastiya mahkûmên me jî nasnekin. Heke em dixwain gelê tirk nas bikin pêwîste wêjeya wan jî nas bikin. Û Sabahattin Ali viya pir xweş aniye ziman. Heke ez jî karibim di vê rêya dûr û dirêj de bibim yek ji wan kevirên pîra hevalbendiyê wî şad û bextewar bibim.

Mem Farqînî


Sabahattin Ali Kî Ye?

Sabahattin Ali [Nivîskar], Nivîskarê Rasteqîniya Civakî yê Tirk e. Di 25ê Reşemiya 1907an de li Egridereya Gumulcîneyê tê dinyayê. Li Dogancilara Uskudarê, li Fuyûzat-i Osmaniye Mektebî dest bi perwerdehiya xwe kiriye. Piştî wî li Îstanbul Mualim Mektebi bawernameyê stendiye û bûye mamoste. Di dema Komara Tirkiyê de roman, çîrok, helbest, lîstik û gelek tewrên wejeyê ji nozdehî zêdetir berhem nivîsiye. Yek ji pêşevanê wêjeya Tirkî ye. Di sala 1948an de hatiye kuştun û hê jî kiryarê kuştina wî nehatiye dîtin. Li Tirkiyeyê wekî “Yekemîn Kuştiyê Kiryarê Nediyar” tê zanînin. Berhemên wî; Kuyucaklı Yusuf (Ûsivê Kûyûcakî), İçimizdeki Şeytan (Îblîsê Nava Me), Kürk Mantolu Madonna (Madonnaya Mantokurk Lê), Değirmen (Aş), Canım Aliye, Ruhum Filiz (Cana Min Aliye, Giyana min Filiz), Kağnı (Ereba Gayî), Mahkemelerde Belgeler (Dadgeh û Belge), Ses (Deng), Çakıcı’nın İlk Kurşunu (Berika Çakici ya Yekemîn), Yeni Dünya (Dinyaya Nû), Sırça Köşk (Koşka Camî), Hep Genç Kalacağım (Ez ê Her Tim Ciwan Bim), Kamyon (Kamyon), Dağlar ve Rüzgâr (Çiya û Ba), Kırlangıçlar (Hechecik), Bütün Şiirleri (Hemû Helbest), Esirler (Dîl), Kurbağanın Serenadı (Serenada Beqî), Öteki Şiirler (Helbestên Din)

Berhemên ji bo Kurdî hatine wergerandin:

Madonnaya Mantokurk Lê, Wergêr: Yûnis Das, J&J, 2019 – Amed 

Ûsivê Kûyûcakî, Wergêr: Mem Farqînî, Weşanên J&J, 2021 – Amed

***   ***   ***

Wergêr Mem Farqînî Kî Ye?

Mem Farqînî [Wergêr] Di sala 1975 an de li Amedê hate cîhanê. Ji dibistana seretayê heta lîseyê li amedê xwend. Nivîskar hê di dibistana seretayî de, bala xwe dide ser wêje û nivîsanidinê. Di sala 1993 an de, ber bi bayê azadiyê dikeve û di sala 1994 an de hate û cezayê muhabetê lê hate birîn. Piştî ku ket girtîgeh jê têkiliya xwe ji wêje û nivîsandinê qut nekir. Di girtîgehê de dest bi zanîngeha dîrokê ya stenbolê dike û ji ber derfetên zor û zehmetiyên girtîgehê, xwendina xwe dicemidîne. Nivîskar, bi sê zimanê biyanî dizane wek îngilîzî, erebî û tirkî bi van zimanan dixwîne û wergerê dike. Di serî de li girtîgehên wek Konya, Burdur, Îzmir F 2, Semsûr, Bolu T, Bolu F, Sêwrek T, Riha T-2 û niha jî sirgûnê girtîgeha 1 nolu F Tipi ya kandira ya Kocaeli û Riha yê dimîne.Helbest, çîrok û cerebeyên wî di kovar û rojnameyan de hatin weşandin. Di pêşbirka Huseyîn Çelebî ya 24emîn de bi helbesta xwe ya bi navê XEYAL bû duyemîn.

Berhemdarî

Qaqlîbaz (Werger) J&J, Çapa 3mîn Amed 2019

Xeyalên Êşa Evînê (Helbest) J&J, Çapa 2mîn Amed-2021

Qesîdeya Hêviyan (Helbest) J&J 2021 Amed

Ûsivê Qûyûcakî (Werger) J&J, Çapa 2mîn 2024 Amed


Yorum Yap

Lütfen yorum yazmak için oturum açın ya da kayıt olun.