Alışveriş sepetiniz boş!
| 0 yorum | Yorum Yap
Welat Xerîb, li bajarê Sêrtê ji dayîk bûye, dibistana seretayî li bajarê Sêrtê dixwîne.Di sala 2008an de di navenda Çand û Hunera Mezopotamyayê de dest bi xebatên çandî dike. Weke perwerdeya ziman, di şano, folklor, erbane û gelek beşên din de awayekî aktîf cih digire û xebatên xwe dide meşandin. Di 2013an de derbasî başûrê welêt dibe û hê jî li wir xebatên xwe yên wêjeyî û çandî dimeşîne.
Di sala 2018an de berhema wî a helbestê ya yekemîn a bi navê Hêviyên Winda li Amedê tê çapkirin û rastî eleqeyeke mezin tê. Di 2020an de helbesta wî ya bi navê “Hebûna Min” di pêşbirkê de dikeve rêza yekemîn. Welat Xerîb ji bilî helbestên azad, helbestên kilasîk û bi qafiye dinivîse û awaz (muzîk) didê û çêdike.Her wiha gelek hunermendên navdar helbestên wî kirine stran wek singil an jî kilîb.
Kar û xebatên wî yên ji bo berhemên nû li ser wêjeyê berdewam e.
Berhemdarî:
Hêviyên Winda (Helbest), Name, 2018 - Amed
Tarîtirs (Helbest), J&J, 2022 - Amed
Etiketler: Tarîtirs