Keremo
Keremo, (Kerem Tekoglu) di sala 1984’an de li gundê Cano yê ser bi navçeya Farqîna Amedê ve hatiye dinyayê. Piştî dibistana seretayî, ji ber pirsgirêkên siyasî yên herêmê û rewşa malbatê derfetê nedîtiye xwendina xwe berdewam bike. Di 15 saliya xwe de wekî penaber koçî bajarê Stenbolê kiriye. Li gelek deveran perwerdeya şanoyê dîtiye; piştre bi xwe jî li gelek cihan perwerdeya şanoyê û govendên kurdî daye. Sê lîstikên wî yên şanoyê û du kurteçîrokên wî hêjayî xelatan hatine dîtin. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, di avakirina 11 saziyên çand û hunerê de cih girtiye. Ji roja avakirina wê ve, bi dildarî û xwebexşî di nav xebatên rêveberî û şêwirmendiya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî de cih girtiye û hîn jî berdewam dike. Di gelek qenalên televizyonên kurdî de bernameyên curbecur çêkiriye û pêşkêşvaniya wan kiriye; di amadekirina hinek ji wan de bi xwe û di hinekan de jî wekî amadekar cih girtiye. Li ser zarokan gelek projeyên serkeftî amade kirine. Di heman demê de, derhêneriya dublajê ya gelek fîlmên sînemaya cîhanê kiriye û deng daye wan. Di gelek radyoyên kurdî de bernameyên helbestan û danasîna navdarên kurd amade kiriye. Nivîs û helbestên wî di gelek kovar, rojname û malperên kurdî de hatine weşandin. Heta niha gelek belgefîlmên wî di mîhrîcanên navdewletî de hatine nîşandan û gelek xelat wergirtine.
Berhemdarî
Belgefilm
Dengên veşarî (Dengbejî)
Şûr û Qelem 1
Şûr û Qelem 2
Şûr û Qelem 3
Şûr û Qelem 4 (Damezrandina Enstituya Kurdî ya Stenbolê,)
Şûr û Qelem 5 (Damezrandina Navenda Çanda Mezopotamya, )
Şûr û qelem 6 (Damezrandina Weqfa ÎsmaÎl Beşîkçî)
Şûr û Qelem 7 Radyo jiyan û 11 ziman
Qulingê birîndar (Seyadê Şame)
Dîno (Asaf koçak)
Humanist (Şevket Epozdemir)
Şeva Reş (1980 qetliama qamişlo, (Endamên Rêxistina Tevgera Kawa)
Êşa Ziman
Agirî (Agirî, Xoybûn, Gelyê Zîlan)
Ked
Rê û Rêç
Mamostayo Bêmamosta , Malmîsanij ( Zazakî)
Kirasê Ji Agir ( Xalid Begê Cibirî)
Rêya Dijwar ( Mele Kerem Soylu)
Dengek Ji Vê Axê (Dengbêj Kazo)
DDKD
Haco III
Kurtefilm
Birçî
Berxik
Wijdan
Pirtûk
Êş û Evîn (Helbest) Do, 2012 - Stenbol
Kurdî Tirkî Ferhega Hiqûqî, Weşanên Belge
Xewnên Gulê (5 pirtûk Weke set) Do, Stenbol
Çîrokên Gulê ( 20 Pirtûk Weke set Kurmancî û Zazakî) J&J, 2021 - Amed
Çengek Ax (Roman) J&J, 2022 - Amed
Şîrhelal (Kurteçîrok) J&J, 2026 - Amed