Telefon
Telegram
WhatsApp
İnstagram
  • AWAZÊN XERÎBIYÊ
    Yeni
  • AWAZÊN XERÎBIYÊ
    Yeni
  • AWAZÊN XERÎBIYÊ
    Yeni
  • AWAZÊN XERÎBIYÊ
    Yeni

AWAZÊN XERÎBIYÊ

Şiir
Stok : Stokta Var
$ 13,56
“Awazên Xerîbiyê”, deng û pêjnên xerîbî û bêkesiyê ye.
Ürün Kodu : 978-625-5616-63-0

Çend gotin li ser Awazên Xerîbiyê,

Ev çapa duwem e ya pirtûka min a bi nave “Awazên Xerîbiyê” ye.
Eynî wext, pirtûka min a yekem e. Berhema mirov a yekem, wekî nûxurî yekem zarûkê meriv e. Sedema wê jî coşeke mezin didê meriv.
Awazên Xerîbiyê, cara pêşîn çapa yekem li Stenbolê ji aliyê Weşanxana “Aso”yê va di Sibata 1998an da hetiye weşandin. Ev çapa duwemîn e di destê we xwendevanan da ye.
Piştî 28 salan ji bo çapa duwem dema min “Awazên Xerîbiyê“ amade kir, mercên dijwar ên wê demê weka şerîtekê sinemayê li ber çevên min çûn û hatin… Evin, hesret, bêmecali û astengiyên gelek dijwar hebûn.
“Awazên Xerîbiyê”, deng û pêjnên xerîbî û bêkesiyê ye. Ez hêvîdar im, hûn xwendevanên ezîz, li min loma nekin. Meriv, xerîbiyê bi gotinan nikare şîrove bike. Lê belê ku meriv xerîbiyê bijî wê demê, meriv fêr dibe ka xerîbî çi qas dijwar e.
Ne hewce ye ku ez li vir li ser xerîbiyê dûr û dirêj qise bikim. Ji xwe di wêjeya me da, bi taybet di wêjeya me ya devkî da li ser lêvên dengbêjên me gelek tişt hatine gotin. Lê bi yek hevok;
Xerîbî zor e, xerîbî, xopanî ye. Bêkesî, xizanî û nezanî ye. Mala Xerîbiyê bişawitê. Meriv li xerîbiyê kor e.
Her wisa ji bo çapa duwemîn, ez dibêjim; spas ji J&J û Kekê Azad Zal ra ku zehmetî kişandin.
Û gotina dawî, pir spas ji bo nemir, rêzdar rehmetiyê Mehmed Uzun ra ku wê demê li ser pirtûka min çend gotinên giranbûha nivisandiye.
Bimînin di nav xweşî û başiyê da xwendevanên hêja.
Tetwan, Çiriya Paşîn 2024

 

NIVÎSKAR BEDIRXAN EPOZDEMÎR KÎ YE?

Bedirxan Epozdemîr, di sala 1949 da li Kurdistana Bakur, li bajêrê Sêrtê, li qeza Bayqan, li gundê Minar hatiye dinê. Dibistana serate li Gundê xwe, ya navîn û ya mamostatiyê li Amedê qedandiye. Di sala 1968an da dest bi mamostetiyê kiriye. Heya 12 Îlona sala 1980 ya li gelek heremen Tirkiyê û Kurdistanê mamostatiya xwe domandiye. 
Epozdemîr. di temena 14-15 saliya xwe da dest bi karê nivîsê kiriye. Hêja di xortaniya xwe da bêşdarê lecên helbest nivîsîn û xwendinan bûye û di hinek lecan da xelatan girtiye. Her usa, bi edebiyatzanên nav û deng ra di hinek lecan da weka endamê juriyê cîh girtiye. Her wuha di gelek rexistinên sivil û siyasida berpirsiyarî kiriye. Endamê Pena Kurd û ya Pena Cîhanê ye. 
Bedirxan Epozdemîr, bi zimanê Tirkî û kurdî, di gelek kovar û rojnameyan da helbest, nûçe, gotar, hevpeyvîn, biyografî, lêkolîn, çîrok û werger jî nivisandiye. 
Nivîsên Epozdemîr, rojname û kovarên Özgür(azad), Mücadele-Diyarbekir, Mücadele-Siirt, Özgürlük yolu(Riya azadî), Roja Welat, Dengê Komkar, Roja Nû, Kurdistan press, Realîte, Nûdem, Çira, Nûbihar, Özgür Gündem (Rojeva Azad), Roj, Bergeh, Ronahî, Hêvî, Roja Teze û di kovara Bakur da hatine çapkirin. Ne hewceye ku meriv bêje, Epozdemîr jî wekî gelek Kurdên rewşenbîr para xwe ji êş, azar, girtin û nefiyê girtiye. Ew ji ber van êş û azaran koçber bûye û piştî salan kariye vegerê welat. 
Epozdemîr, karên xwe yê nivîs , edebî û siyasî didomîne.
 
Berhemdarî;
Awazên Xerîbiyê (Helbest) Weşanên Aso, 1997-Stenbol
Kumsorê û Gurê Dengbêj (Çîrok) Weşanên Aso, 1997-Stenbol
Bi Serbilindî Temaşa Cihanê Dikim- Orhan Kotan (Helbest-Werger) Afiş Medya, 2003-Rotterdam
Hüzün (Helbest-Tirkî) – J&J, Gelawêj 2018-Amed
Jan û Jiyan (Helbest) – J&J, Rezber 2018- Amed
Selka Çîrokan (Çîrok|Zarok) Doz, 2021- Stenbol
Tarihe Not Düşmek (bi Tirkî-Bîranîn) 2021-Amed
Tarihe Not Düşmek (bi Tirkî-Bîranîn) Çap 2mîn 2024-Amed
Bi Serbilindî Temaşa Cihanê Dikim|Orhan Kotan (Helbest-Werger) J&J, 2026-Amed
Awazêh Xerîbiyê, Çapa 2mîn (Helbest) J&J, 2026-Amed