Telefon
Telegram
WhatsApp
İnstagram
  • BERDÊLA KURDISTANÊ
    Yeni
  • BERDÊLA KURDISTANÊ
    Yeni
  • BERDÊLA KURDISTANÊ
    Yeni

BERDÊLA KURDISTANÊ

Ani-anlati
Stok : Stokta Var
460,00 ₺
Di vê Şehîdistanê de ne bes laşên mirovan, belkû dîrok, tore, hozan, stran, mamik, çîvanok û serpêhatî jî hatine qetilkirin. Kêlgehên wan bê nav û goristanên wan jî bi navên bîyanî hatine tomar kirin.
Ürün Kodu : 978-625-5616-69-2

“Di her serdemekê de, li Kurdistanê, qîr-qirekî bê hewar û bangîn, komkujîyek bênav, jan û nalînek bêdeng, êş û azarek bêperwa û herwusa şerek bê berevan bû. Bi xwendina vê berhemê hunê van kiryarên veşartî bibînin.”
Dasinî Hekarî

“Hinek mirovên bîyanî hatin; bi çekên xwe yên nujen, bi ser gundên Kurdan de girtin û hemî wêran kirin; ew gundên ku ji serdemên neolotîk ji wan re wekû mîrate mabûn. Rûpelên vê pirtûkê vekin, da ku ew zêmara xwe ya dêrîn ya wêrankirinê di guhên we de biqîre!”
Egîd Yazar


“Hun dê di vê pirtûkê de ne tenê tarîtiya salên 1990’an bibînin, di heman demê de hunê berxwedana bi sedsalane hatiye dayîn û hêj jî tê dayîn bixwînin; Ji gundên hatine şewitandin heta rêyên koçberîyê û piştgirîya bo serhildanên parçeyên din yên Kurdistanê. Hûnê çîroka gelê ku qet serê xwe neçemandîye, bixwînin. Hunê bibin şahid ka wan çi berdêl bo azadiyê dane.”
Nizar Buldan