Telefon
Telegram
WhatsApp
İnstagram
  • BINEMAL ÇAND DÎROK SERBORÎ | QULÎ
    Yeni İndirimli
  • BINEMAL ÇAND DÎROK SERBORÎ | QULÎ
    Yeni İndirimli

BINEMAL ÇAND DÎROK SERBORÎ | QULÎ

Araştirma
Stok : Stokta Var
340,00 ₺
255,00 ₺
"Ev berhema li ber destê we, berhemekî hevpar e ku min di encama lêkolîneke bi salan de amade kiriye. Armanca min ew bû ku çand, ziman, dîrok, şecere û wêjeya devkî ya gundê me neyê ji bîr kirin." Mordem Zel
Ürün Kodu : 0001

Çand û ziman, her dem bûne bingeha jiyana civakan. Civakê, hebûn û yekîtiya xwe bi saya çand û ziman pêk anîne, parastine û bi pêş xistine. Bi taybet yên ku zimanê xwe ji bîr kirine di pêvajoya dîrokê de wenda bûne. Gelê kurd, bi çand û zimanê xwe gelekî dîrokî ye ku di navbera Çemê Dîcle û Firadê de bi hezar salan e dijî. Mirovahî li vê erdnîgariyê şîn bûye û şaristanî li ser vê bingehê ava bûye. Mixabin ji ber ku gelê kurd yekîtiya xwe ava nekiriye, di aliyê pêşxistina çand û zimanê xwe de gelek zor û zehmetiyan kişandiye û dikêşîne. Dagirkerên li ser xaka me, çand û zimanê me qedexe kirine û me bi bi bişavtinê re rû bi rû hiştine. Bi sed salan e ev birîna me ya ziman, qişam girtiye û li benda dermankirinê ye.
Di vê çarçoveyê de min hewl da ku ez vê xebata xwe bi zimanê kurdî bikim û ji nifşên dû xwe re weke dukumantekî bihêlim.
Ev berhema li ber destê we, berhemekî hevpar e ku min di encama lêkolîneke bi salan de amade kiriye. Armanca min ew bû ku çand, ziman, dîrok, şecere û wêjeya devkî ya gundê me neyê ji bîr kirin. Di vê xebatê de, bi qasî ku ji destê min hat ez bi tîtîzî xebitîm. Min ti ferqê nekir navbera malbat û kesan. Di dema berhevkariyê de çi ji min re hatibe gotin min ew derbasî nivîsê kiriye. Gelek kesan di vê pêvajoyê de bi dayîna agahî û behskirina serboriyên xwe piştgirî dan vê xebatê. Lewre ev xebat xebateke komînal û hevpar e.
Ligel rêz û silavan
Mordem Zel

 

İndirilebir Dosyalar

Teknik Döküman İndir