Telefon
Telegram
WhatsApp
İnstagram
  • ÇARMIJAR  DÎROK Û ZIMAN ÇÎROK Û DESTAN
    Yeni İndirimli
  • ÇARMIJAR  DÎROK Û ZIMAN ÇÎROK Û DESTAN
    Yeni İndirimli
  • ÇARMIJAR  DÎROK Û ZIMAN ÇÎROK Û DESTAN
    Yeni İndirimli
  • ÇARMIJAR  DÎROK Û ZIMAN ÇÎROK Û DESTAN
    Yeni İndirimli

ÇARMIJAR DÎROK Û ZIMAN ÇÎROK Û DESTAN

Araştirma
Stok : Stokta Var
420,00 ₺
315,00 ₺
Çarmijar Dîrok û Ziman Çîrok û Destan
Ürün Kodu : 978-625-5616-46-3

PÊŞGOTIN
Belê ev pêşgotin, wek naveroka xwe ji çar mijaran pêk tê. Mijara yekem ji dîrokê dest pê dike, bi taybetî dîroka pêşçêbûn û pêşpeydabûna morovan bi kurtebirî hatiye destnîşankirin. Piştî wê yekê, agahiyên derbarê zimanan de hatiye ravekirin. Di heman demê de kom û celebê zimanan hatine destnişankirin û taybetmendiyên navbera komên zimanan hatine diyarkirin. Her wiha, taybetmendiya zimanê Kurdî û bandora qedexebûna li wî zimanî hatiye nivîsîn. Lê belê, bandora qedexebûna neyînî heta qonaxekê didome. Piştî wê qonaxê bi nûvedan û îcadên teknolojiyê, bi têkiliya înternetê nivîsên dijîtal, ew bandorên neyînî pûç dibin. Niha bi saya van teknolojiyan, zimanê Kurdî her ku diçe pêş dikeve û di van demên dawî de gelek pirtûkên bi zimanê Kurdî tên çapkirin. Ji ber vê çendê, ew bîr û baweriyên di derbarê pişavtina zimanê Kurdî de jî têk diçin. Piştî agahiyên, di derbarê zimanê Kurdî de em ê derbasê çîrokên Kurdî bibin ku dema çîrok tê gotin, raboriya efsaneyên Kurdan tê bîra mirov. Ji ber ku sedem çi ye baş nayê zanîn di dîroka Kurdan de berhemên nivîsê zêde xuya nakin. Lê belê ji ber vê çendê, raboriya dîroka Kurdan bi zardevkî her tim hatiye gotin û hîn jî tê gotin. Di heman demê de, encama wan gotinan dibin destan û helbest û ji ber wan destan û helbestan jî stran û kilam jî tên gotin. Belê ku ev rê û rêbaz nebûna, niha qala zimanê Kurdî nedihate kirin. Bawer bikin zimanê Kurdî gelek bi wêjeyî û dîrokî ye, ji ber wê yekê ye ku li hember vê qedexebûna tund hinde sal in li berxwe daye û ser piyan maye. xwezî hezar xwezî ev astengiya li ser wêje û zimanê Kurdî tinebûya dê wê çaxê nirxê vî zimanî baştirîn bihatibûya dîtin. Belê ji ber van zext û zordariyan, mirov nikarin hinek zêdetir lêkolînan bike û bigihêje encama serkeftinê. Her wiha çendî ji min hatî, bi xwendinên jêderkên biyanî û bi lêkolînên di nav gelan de, ji deryayê wek dilopek avê ev pirtûk hat amadekirin. Wekê din, heke berhemên min heta niha hatibûna komkirin û nivîsandin dê ev pirtûk herê kêm bibûya 40mîn. Lê mixabin temenê min di suxre û xizmetên saziyên dewletê de derbas bû, min derfet nedît da ku ez tiştên hîn dibûm binivîsim. Belê yên hatin nivisandin jî, sedemên qedexebûnê gelek ji wan hatin windakirin. Ji wan berheman hin di biserdegirtina malan de hatin desteserkirin, hin beşên din jî di nav kompîtorê de berze bûn çûn. Wek gotinên pêşiyan, ku dibêjin wek berfa par heliya çûn sed mixabin wan berhemên min niha hemû nayên bîra min. Lê dîsa, baş e ku min hinek ji wan berheman bi bîr aniye di vê pirtûkê de bi cih kiriye. Li gorî rewşa jiyanê, ez hêvîdar im ku dê ez ê hewl bidim dîsa binivîsim.

 

Nivîskar Dilbêzarê Bêkes Kî Ye?

Dilbêzarê Bêkes, di sala 1949 de li bajarê Bedlîsê ji dayîk bûye. Dibistana amadehiyê li bajarê Wanê diqedîne. Di sala 1967 de di ezmûnên zanîngehê de ser dikeve. Lê ji ber rawşa aborî derfeta xwendinê nabîne. Piştî demeka din di koleja Robertê de dest bi xwendinê dike, ew yek jî dîsa ji ber pirsgirêkên aborî navber dide xwendinê. Her wiha, di saziyên dewletê de wek karker kar peyda dike, di wan navberan de kar û xwendin bi hev re didomîne heta sala 1977 de zanîngeh diqedîne. Piştî wan qonaxan dîsa di saziyên dewletê de dest bi karmendiyê dike. Belê, demek jî li derveyê welat dimîne û di sala 1997an de ji karmendiyê malnişîn dibe û niha li bajarê Antalyayê dimîne.