Telefon
Telegram
WhatsApp
İnstagram
  • DÎDEYÊN DIL | Rojnivîska Jineke Nebîn | LEYLANA SIDÎQ
    Yeni İndirimli
  • DÎDEYÊN DIL | Rojnivîska Jineke Nebîn | LEYLANA SIDÎQ
    Yeni İndirimli
  • DÎDEYÊN DIL | Rojnivîska Jineke Nebîn | LEYLANA SIDÎQ
    Yeni İndirimli
  • DÎDEYÊN DIL | Rojnivîska Jineke Nebîn | LEYLANA SIDÎQ
    Yeni İndirimli

DÎDEYÊN DIL | Rojnivîska Jineke Nebîn | LEYLANA SIDÎQ

Öykü
Stok : Stokta Var
€ 20,07
€ 15,05
DÎDEYÊN DIL | Rojnivîska Jineke Nebîn
Ürün Kodu : 978-625-5616-62-3

“Li nivîskareke nebîn û bêronahî bifikirin ku dil û mejîyê xwe, ji xwe re kiriye çira û pê dinivîse. Hevok ji nav dil û mejîyê wê dinisilin ser zimanê wê, lê nikare hevoka xwe derbasî ser kaxizê bike. Lê ew dev jê ber nade. Bi xîreteke mezin karê nivîskariyê dimeşîne. Helbet ji bo hevokên wê derbasî ser kaxizê bibin, hewcedarîya wê bi hinek alîkaran heye.
Gava çav qels be, ronahî kêm be, mirov têkîliya xwe ya bi xwezayê re di ser dengan re dimeşîne. Deng mirov bi xwezayê re girê didin, hewl didî ku bi saya dengan bi xwezayê re şad bibî.
Ronahiya çavên nivîskarê gelek qels be jî, bi tenê sê-çar rengan dibîne, di ser van her sê-çar rengan re li cîhanê dinêre, helbet bi qasî ku dibîne.
Ew bi qasî ji xwezayê hez dike, ew qas jî yeka dilzîz e. Hestên ji nav dil dinisilin, li hevokên xwe bar dike. Helbet nermbûna jinantiya xwe jî li peyvên xwe zêde dike û hevokên ku li dilê mirov didin pêşkêşî xwînerên xwe dike.
Ez bi xwe, bejna xwe li ber xîreta wê ya nivîskariyê ditewînim û gava helbest, çîrok û romanên wê dixwînim, kêfeke mezin jê digirim.”

Receb Dildar

 

Nivîskar Leylana Sidîq Kî Ye?

Leylana Sidîq • Di sala 1979ê de li gundekî Licê ji dayîk bû. Dibistana seretayî li navenda Amedê xwend. 1991ê de piştî qedandina dibistana seretayî ji ber sedemên malbatî mala xwe bar kir Stenbolê. Ji ber zextên li ser xwendevanên Kurd yên li dibistanên Stenbolê navber da perwedeyiya xwe. Di sala 2002yan de kêmanî ket dîtina çavên wê. Piştî gelek salan bi rêya zewacê vegeriya Amedê û li vir perwerdeyiya xwe ya nîvco temam kir. Beşa Sosyolojiyê qedand û niha li saziyeke dewletê, li pirtûkxaneyekê karmendiyê dike. Li ser xwendina bi lez lêkolîn kir û piştî demekê ji bo ku karibe xwendina pirtûkan bi kesên der û dora xwe bide hezkirin, perwerdeyiya mamostetiya xwendina bi lez jî girt û niha di pirtûkxaneyan de xwendina bi lez dide kesên ku dixwazin. Ji 2002yan û vir ve bi komele û rêxistinên civata sîvîl re di gelek projeyan de wek xwebexş kar kiriye. Ji xeynî van karên edebî bi prefsyonelî şêwirmendiya jiyanê û ya perwerdeyiyê jî dike.

Berhemdarî:
Tut Elimi Dediğim An, Anadolu Baskı, 2010
Xwendina Bi Lez, Lîs, 2017
Nalîna Dil, Helbest, Red, 2020
Pratîka Xwendina Bi Lez, Red, 2022
Hızlı Okuma Pratiği, Red, 2022
Sarûm, Roman, Red, 2022
Bîra Hêviyê | Umudun Hafızası, Anı– Anlatı, J&J, 2023
Dîdeyên Dil–Serboriya Jineke Nebîn|Çîrokên Bêdawî–1, Çîrok, J&J, 2026